Divê Şaredarî ji xizmeta kesane dûr bikevin
Gelo çima nerazîbûnên gel rû didin jibo kîjan xizmetî? Eve tê xuyakirin yekemcar xizmeta jibo kesan û şexsan û dibe wekî girêyek kor hertim dertên pêşberê rêxistinê û dibe kelemek mezin.
Rûniştvanên bajar û bajarokan dibînin ku makîneyên kar ên şaredarîyê jibo yekê din kar dikin nerazî dibin û li pey hev serdana şaredarîyê dikin da ku ew xizmeta kesane jibo wan jî bê kirin.Dema ku barê şaredarîyê têr nake nerazîbûn serê xwe hildidin û diçin.Gel ji partîya xwe memnûne û dilxwaze.Lê belê dema ku partî berendamê şaredarîyan hilbijêre divê şexsîyetên berendam ên jibo şaredarîyê gelek baş lêkolîn bike, da ku bi awayekî wekhevîtî û bi dadperwerî nirxên gel bên parastin.
Divê Serok şaredar bi encumenên xwe va xizmetek bi giştî jibo bajar û bajarêkên ku têde tên hilbijartin bidin meşandin.Kesê ku wekî Serok şaredar bên hilbijartin divê ji kiryarên kesane dûr bikeve û nekeve pey tevgerên şexsî.
Divê Serok Şaredar: kesên nêzên xwe hilnedin kar da ku hesûdî û nerazîbûn dinav gel da çênebe divî warî de divê wekhevîtî esas bê girtin.
Divê Makîneyên kar ên şaredarîyê jibo kes'an şexsan neyên bikaranîn.Çima gelo? Jiber ku di rêziknameya şaredarîyan de,jî xebatên giştî esas tên girtin û kesên ku di wî bajarî an bajarokî de jibo xwe makîneyên kar distînin jiber xebatên kesane ên şaredarîyê bê kar û şixul dimînin neçardimînin dest ji karê xwe berdidin.
Wê demê divê şaredarî,xebatek bi giştî li gor rêzika şaredarîyan bide meşandin da ku gel nerazîbûna xwe neyne ziman.Di şaredarîyan de,ji bilî serok şaredar encûmen jî gelek girîngin divê ji îradeya gelê wî bajar û bajarokê re rêz bê girtin.
Divê serok şaredar û encûmenên şaredarîyê hertim bi keyayên taxan re rûnên û hertim bi taxan re xebatên xwe parvebikin û nêrîn,pêşniyar û daxwazên gel esas bigrin.
Her wiha xebatên çandê gelek girîngin divê Şaredarîyên bajar û bajarokan rêya çand û huner û perwerdeyê vekin û jibo nirx rûmet û dîroka wî bajarî û jibo wî gelî festîvalan lidarbixin da ku gel hertim dinav tevgerê de be.Jibo paqijîya bajar divê şaredarî gelek baş tevbigerin û bi afîş û belavokan gel ji xebatên xwe agahdar bikin.Bi tevî kêmasî,pêşniyar û daxwazîyên ku me li jor dan dîyarkirin,hemû di beşek de tên komkirin divê ji nirx û rûmeta têkoşîna bi salan re rêz bê girtin û li gor wî yekî tevgera kar û xebatên şaredarîyan bên meşandin.